Li Wanê operasyona PKKê: 15 binçavî
Li navçeyên Wanê yên bi navê Îpekyolû û Edremîtê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 15 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor beyanata ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Wanê ve hatiye dayîn li navçeyên Îpekyol û Edremîtê di operasyonên li dijî PKKê hatin rastkirin de 15 gumanbar hatine binçavkirin.
Di çarçovaya operasyonên ku hatin kirin de; çifteyek bê rûxset, 45 fîşekên wê û gelek materyalên dijîtal yên qedexe hatine bidestxistin.
Hat îfade kirin ku gumanbarên hatine binçavkirin îşlemên wan yên li emniyetê berdewam dike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.