Li Wanê Operasyonên Kckê
Kesên Hatine Girtin Birin Dozgeriyê
Be te’lîmata wekîltiya Serekdozgerê Cimhûrîyetê a bajarê Wanê li hember Kckê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên pilîsan de 30 kes hatin girtin. Ji van kesan 16 kesên ku karên wan yên li emniyetê bi dawî bû hatin birin dozgeriyê.
Pey îfada wan a li dozgeriyê van kesan hatin deranîn Mehkema Nobetvan. 16 kesên ku di nava wan de Serekê Meclîsa Giştî a Bajar Semira Varli jî heye bi îddîa “endamtiya rêxistina terorê” hatin girtin. Yên din jî ji bo bê girtî bên mehkeme kirin hatin berdan.
Di hêla dî de 14 kesên ku îfadeya wan a li emniyetê bi dawî bû di se’etên sibê de hatin birin Nexweşxaneya Dewletê a bajarê Wanê.
Kesên hatine desteserkirin pey re hatin birin ‘Edliyê û li gor hatiye hîn kirin hê îfada wan a li dozgeriyê didome. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.