Li Wêranşarê Fealiyetên Alîkariyê
Komela Camî-Derê li Wêranşara Rihayê, fealiyetan li dar dixe
Komela Camî-Derê li Wêranşara Rihayê, fealiyetan li dar dixe. Komelê alîkariya ğidayê da 50 malbatên mixtac û feqîr. Komela han dixwaze di navbera feqîr û zengînan de bibe pira xêrê.
Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Îbrahîm Xelîl Dolaş weha got: “Em hewl û ğeyretê dikin ku mixtac û sêwiyan bi tenê nehêlin, pêdiviyên wan peyde bikin.
Em malavahiya hemû kesên xêrxwaz yên ku keda wan di van alîkariyan de heye dikin û dewama destekê dixwazin da ku ji kesên çavên wan li alîkariyê re bibin hêvî.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.