Li Wîranşehrê Protesto

Li Wîranşehrê Protesto

Teşkîlata partiya Doza Azad Huda Parê ya navçeya Ceylanpinarê, darbeya eskeriya Misrê şermezar kir û gazî Mûrsî û Îxwan kir ku berxwedanê bidomînin

Teşkîlata partiya Doza Azad Huda Parê ya navçeya Ceylanpinarê, darbeya eskeriya Misrê şermezar kir û gazî Mûrsî û Îxwan kir ku berxwedanê bidomînin.

Beyanata medyayî bi xwendina Quranê dest pê kir. Mensûb û dildayên partiyê, serekê teşkîlata partiya Saadetê Yasîn Kurt û dilxwazên Komela Camî-Derê û millet tevlî beyanatê bûn. Beyanat ji aliyê Lutfu Tekîn ve hat xwendin. Tekîn beyan kir ku, destekê didin berxwedana xelkê Misrê yê terefdarê Mûrsî û darbeya eskerî jî qebûl nakin. Di beyanatê de hat xwestin ku berxwedana Mûrsî û Îxwanûl mûslîmîn berdewam be.

Millet bi tekbîr û sloganan destek da berxwedana Îxwan. Beyanata medyayî bi duayê qediya.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.