Li Xan Yûnisê Tûgayên Qessam îşxalkeran dikujin û birîndar dikin

Li Xan Yûnisê Tûgayên Qessam îşxalkeran dikujin û birîndar dikin

Tûgayên Qessam, li herêma el-Kabîraya Xan Yûnisê 2 operasyon li dar xistin, di encama operasyonan de ji 19 leşkeran hinekên wan kuştin hinekên wan jî birîndar kirin.

Tûgayên Qessam, di roja 143yemîn a operasyona Tofana Eqsayê de li cepheyên cuda yên Xezzeyê micadeleyên xwe didomînin û îşxalkeran dikujin.

Tûgayên Qessam, derheqê operasyona ku li dar xistin de agahîyan da û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Micahîdên Qessam, li herêma El-Kabîraya Xan Yûnisê, yekîneyek leşkerên terorîstan ku 15 heb bûn û xwe di nav malekî de veşartibûn, bi roketên dijî-personelê hedef girtin û wan kuştin û birîndar kirin.

Tûgayên Qessam, li herêma El-Kabîraya Abasanayê tanka merkavayê jî bi roketên Yasîn 105ê hedef girtin û îmhe kirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.