Li Xarpêtê qezayên trafîkê: 2 mirî 5 birîndar

Li Xarpêtê qezayên trafîkê: 2 mirî 5 birîndar

Di du qezayên ku li Xarpêtê pêk hatin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Xarpêt-Çewlîgê wesayîtek gindirî şarampolê, di encama qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Qezaya din jî li nav bajêr pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin motosîkletek li otomobîlê qelibî. Di ecama qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayan de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.