Li Xerabê Bava qedexeya derketina derve hat rakirin

Li Xerabê Bava qedexeya derketina derve hat rakirin

Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat ragihandin qedexeya derketina derve ya ku li gundên bi navê Xerabê Bava û Talatê hatibû îlankirin hatiye rakirin.

Di daxuyaniya ku  ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hatiye dayîn de hat ragihandin  qededxeya derketina derve ya ku di 22ê Sibatê ji bo operasyonên li dijî PKKê li gundên bi navê Xerabê Bava û Talatê hatibû îlankirin ji ber ku operasyon bi dawî bûn hatiye rakirin.

Di operasyonên ku li Xerabê Bava hatibû kirin de 4 PKKyiyên ji asta jor hatibûn kuştin, 3 penageh hatibûn îmhakirin û gelek çek û muhîmat hatibû bidestxistin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.