Li Xezzeyê 56 camî bi temamî xera bûn, 192 camî zerarê dîtin

Li Xezzeyê 56 camî bi temamî xera bûn, 192 camî zerarê dîtin

Rejîma îşxalker a terorîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de 56 camîyan xera kirin û ji 192 camîyan re jî zerarê dan.

Serokê Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê Selame Maruf, daxuyand ku di encama êrîşan de 192 camî ji cîhên cuda zerarê dîtin, 56 camî xera bûn û 3 dêr jî zerarê dîtin.

Maruf di daxuyanîya çapemenîyê de îfade kir ku 50 hezar avahî xera bûn, 222 hezar avahî jî zerarê dîtin.

Maruf derheqê tenduristîyê de jî weha got, “32 ambûlans, 113 sazîyên tenduristîyê xesarên cîddî girtin. 16 nexweşxane û 32 navenda tenduristîyê ji ber xerabûnan nikarin xizmetê bidin.”

Maruf diyar kir ku di êrîşa îşxalkeran de 47 rojnameger, 53 mele û waîz; ji ekîbên parastina sîvîlan, lêgerîn û xelaskirinê jî 18 kes hatin qetilkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.