Li Xezzeyê dîsa têkilî bi temamî qut bû

Li Xezzeyê dîsa têkilî bi temamî qut bû

Şîrketên Telekomînukasyon yê Fîlîstînê, daxuyandin ji ber êrîşên rejîma îşxalkeran li Xezzeyê xizmetên telefon û înternetê dîsa bi temamî qut bûn.

Şîrketên Telekomînukasyon yê Fîlîstînê Paltel û Jawwal, di daxuyanîyên ku belav kirin de weha gotin, “Em bi kederî diyar dikin ku li Xezzeyê ji ber êrîşa ku berdewam dike hemû xizmetên têkilî û înternetê bi temamî qut bûn.”

Şîrketên ku daxuyanî belav kirin, li Xezzeyê di navbera şîrketên telekomînasyonê de cîh digrin.

Li Xezzeyê, ji ber bombebarandina ku ev bû 69 roj e didome berê jî 4 caran têkilî bi temamî qut bûbû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.