Li Xezzeyê hejmarê şehîd û windayan 26 hezarî derbas kir

Li Xezzeyê hejmarê şehîd û windayan 26 hezarî derbas kir

Ofîsa Medyaya Hikûmet a Xezzeyê daxuyand, di encama êrîşa rejîma îşxalkeran a ku ji 7ê Cotmehê vir ve li dar dixe de hejmarê şehîd û windayan gihaşt 26 hezar û 700 kesan.

Ofîsa Medyaya Hikûmet a Xezzeyê, derheqê rewşa êrîşên ku ev bû 75 roj e didome de agahîyan belav kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, artêşa îşxalê 1.700 qetlîaman lidarxistine; di encama wan qetlîaman de jî 8 hezar jê zarok, 6 hezar û 200ê wan jê pîrek, 310 jê endamên tenduristîyê, 35 jê personelên parastina sîvîl û 97 jê rojnamevan herî kêm 20 hezar şehîd, gihaştine nexweşxaneyan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev reqem bi tevî mirovên ku winda ne gihaştîye 26 hezar û 700 kesan.

Hat îfadekirin di encama bombebarandinê de hejmarê xanî û avahîyên ku bi temamî an jî qismî xera bûne gihaştîne 308 hezaran, 114 camî bi temamî xerabûne, 200 camî xesarê dîtine, xeyn ji vana 3 dêr jî hatine hedefgirtin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Îşxal, di dema êrîşên xwe yên hovane de 126 avahîyên hikûmetê jî ser û bin kir, 90 dibistan û zanîngeh nikarin xizmetê bidin, nêzê 283 dibistan û zanîngeh jî bi qismî xesarê dîtine. Xeyn ji 53 navenda tenduristîyê ji 23 heban zêdetir nexweşxane jî hatine hedefgirtin û nikarin xizmetê bidin. Di encama wan êrîşan de 102 ambûlans bi temamî xesarê dîtin.”

Hat ragihandin 1,8 milyon însan ji Xezzeyê ji cîhê xwe bûne û 2,4 milyon nifus jî niha “di nav şert û mercên zor û zehmet yên ku însanîyet nedîtîye de jîyana xwe derbas dikin, di temînkirina av, xwarin û dermanê de jî gelek êş û janekî mezin tê kişandin.”

Bal hat kişandin ku sedema vê rewşê Emrîqa û rejîma îşxalker e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.