Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 22 hezar û 900 kesan

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 22 hezar û 900 kesan

Li Xezzeyê ji destpêka êrîşên rejîmê îşxalker a sîyonîst vir ve hejmarê şehîdan derket 25 hezar û 900 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 64 hezar 110 kesan.

Berdevkê Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê Eşref El Qudra diyar kir ku rejîma îşxalker, di encama 21 qetlîamên ku di nav 24 seatên dawîn de li dar xistine de 200 kes şehîd bûn, 370 kes jî birîndar bûn.

Qudra, bi tevî vê diyarîyê îfade kir ku hejmarê şehîdan derket 25 hezar û 900 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 64 hezar û 110 kesan.

Qudra diyar kir ku rejîma îşxalker îddîa dike ku li navendên sitargeha UNRWA û El Mawasîyê cîhên ewleh e lê ew wan deran jî bombe dikin. Hat daxuyandin ku terorîstên îşxalker li Xan Yûnisê nexweşxaneyan dorpêç kirîye û li herêmê qirkirinê li dar dixe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.