Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 32 hezarî derbas kir

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 32 hezarî derbas kir

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Sîyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 82 Filistînî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin û 110 kesan jî birîndar kirine.

Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker ji ambûlans û ekîbên sîvîl re astengîyê derdixe.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 74 hezar û 298 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.