Li Xezzeyê krîza birçîbûnîyê: Êmên heywanan ên ku dixwin jî qediyan!

Li Xezzeyê krîza birçîbûnîyê: Êmên heywanan ên ku dixwin jî qediyan!

Ofîsa ragihandinê ya hikûmetê li Xezzeyê hişyarî da ku li bakurê Xezzeyê krîza birçîbûnê zêde dibe û ragihand ku dexl û êmên heywanan a ku xelkê dixwe qediyaye.

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta li Xezzeyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku krîza birçîbûna li bakurê Xezzeyê zêde bûye.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li bakurê Xezzeyê ji ber kêmbûna ard, birinc, xurek û xwarinê, dexl û êmên heywanan jî qediya. Em Emrîqa û îsarîla îşxalker ji vê krîze mesul dibînin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku nîv milyon kes li bakurê Xezzeyê û derdora wê dijîn û hat destnîşankirin ku hemû welatên cîhanê li hemberî vê sûcê qirêj ku bi piştgiriya Emrîqayê ji aliyê îşxalê ve hatiye kirin, bi berpirsyariyeke exlaqî û mirovî re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hemû welatên cîhanê vî sûcî şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku divê rojane hezar kamyon bi lezgînî bikevin bakurê Xezzeyê heta ku birçîbûn û bandora wê xilas bibe, eger nebe emê rastî karesateke mirovî bên. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.