Li Xezzeyê qirkirin: Hejmarê şehîdan derket 32 hezar û 916 kesan

Li Xezzeyê qirkirin: Hejmarê şehîdan derket 32 hezar û 916 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ev bû zêdetirî 5 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 63 kes hatin şehîdkirin, 94 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 32 hezar û 916an, hejmarê birîndaran jî derket 75 hezar û 494an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.