Li Xezzeyê zarok bi birçîbûnîyê re micadeleyê dikin

Li Xezzeyê zarok bi birçîbûnîyê re micadeleyê dikin

Li Xezzeya ku di bin îşxala rejîma îşxalker de ye, bi şob û birçîbûnîyê re micadele tê dayîn, sazîyên NY ên ku ji bo alîkarîya Fîlîstînê micadeleyê dikin, ji bo alîkarîya ewlehî û bi lez bang kirin.

Fîlîstînîyên ku li Xezzeya ku mirin di nav de digere dijîn, tenê bi êrîşên rejîma îşxalê re micadeleyê nakin, di heman demê de ew bi birçîbûnîyê re jî micadeleyê dikin.

Sazîyên NY, ji bona ku pêşîya şobê bigrin û alîkarîyekî baş û tesîrdar bikin banga “agirbesta însanî” kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref sazîyên wek Bernameya Xwarin a Dinyayê (WFP), Rêxistina Tenduristî yê Cîhanê (WHO) û Fona Alîkarîya Zarokên Navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hatine belavkirin de, bal hat kişandin ku li Xezzeyê rîska xelayê zêde dibe û hejmarê însanên ku dûçarê şoba mirinê dibinzêde bûye.

NY, destnîşan kir ku li Xezzeyê ji 5 însanan 4ê wan herî birçî ne, derheqê muhîmtîya lazimatîya alîkarîya lezgînî de jî bang hat kirin.

Ropartorên taybet yên NY, îfade kiribûn rejîma îşxalker li Xezzeyê sîstema xwarinê tune kirîye û li dijî Fîlîstînîyan jî vêya wek çekê bikartîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.