Li Xezzeyê zarokek dinê jî ji “birçîna” vefat kir

Li Xezzeyê zarokek dinê jî ji “birçîna” vefat kir

Berdevkê Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê Eşref El Kudra, destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Şîfayê qîzikek 15 salî şehîd bû.

Kudra diyar kir ku hejmarê şehîdên ku li Xezzeyê ji ber birçîbûna şehîd bûne derket 18 kesan, hat îfadekirin felaketa birçîbûnîyê bi taybetî zarok, pîrekên bihemle û mirovên ku nexweşîyên wan ên kronîk hene zêdetir tesîrdar dike.

Kudra weha îfade kir, “Birçîbûnê her roj ku diçe kûrtir dibe û ger ku êrîş neynê sekinandin û astengîya li ser alîkarîyê bidome ew ê bi hezaran însan ji birçîna canê xwe ji dest bidin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.