Li Yemenê bi beşdarbûna bi milyonan însanan xwepêşandan hat lidarxistin

Li Yemenê bi beşdarbûna bi milyonan însanan xwepêşandan hat lidarxistin

Bi milyonan însan li bajara Sanaya Yemenê ku di bin destê kontrola Ensarullahê de ye, ji bona ku destekên xwe yên ji bo Xezzeyê diyar bikin û ji bona ku êrîşên Emrîqa-Îngilistanê telîn bikin hatin cem hev.

Di Meydana El Sabîna Sanayê de, bi beşdarbûna bi milyonan mirovan mîtîngek hat lidarxistin.

Xelkê ku bi siloganên “Fetha Ku Hatîye Mizgînkirin Û Cîhada Pîroz” û alên Yemen û Fîlîstînê kom bûn, bal kişandin ku xelkê Yemenê ji bo bawerîya xwe gavekî jî paşve navêje û ew ê stûyê mitekbîran bişkîne.

Endamê Konseya Sîyasîya Bilind ya Yemenê Muhammed Alî El Husî, di axavtina xwe ya ku li mîtîngê lidarxist de, bal kişand ku Yemen li alîyê ku behra navneteweyî diparêze ye, Emrîqa jî Yemenê tehdît dike.

Hûsî bal kişand ku Emrîqa ji xelkê Yemenê re dijmin e û ew terorîst e, bi beheneya parastina rejîma îşxalker êrîşî Yemenê dike û bi vê êrîşê hiqûqa xwe jî îxlal dike.

Hûsî yê ku bang li Emrîqa û Îngilistanê kir weha got, “Ji welatê xwe re vegerin û welatê xwe ji nîjadperestîyê biparêzin; keştîyên îsraîlê neparêzin. Îro hûn li hember însanîyetê disekinin, hûn li hember mirovên ku li cem însanîyetê ne disekinin. Em, li cem birayên xwe yên Xezzeyê ne û xelkê Yemenê, destek û alîkarîya xwe ya ji bo Fîlîstînê wê bidomîne.”

Hûsî di dawîya axavtina xwe de weha îfade kir, “Êrîşdarîya Emrîqa-Îngilizê, di warê destekdayîna ma ya ji bo xûşk û birayên me yên Fîlîstînê de li gorî bawerî û sekina me ya îlkelî ew ê biqerarîya me zêde bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.