Li Yemenê Şer

Li Yemenê Şer

Li Ber Wezaretê Şer Qewimî 8 Kes Hatin Kuştin

Li gor xeberan, li Yemenê li ber wezareta karên hundir, di navbera êrîşker û hêzên emniyetê de şer qewimiye. Di şer de 8 kes hatin kuştin. Şer li San’a ya paytext qewimî. Êrîşkerên çekdar, xwestine bigrin ser wezaretê û wezaretê bidestxin.

Hat îddîa kirin êrîşker ji aşîretên çekdar in ku piştgiriya serekdewletê berê Elî Ebdûllah Salih dikin. Tê gotin ku bîna wezaretê dorpêç kirine û hê jî şer dewam dike.

Berpirsiyarên emniyetê diyar kir ku di hukmê 3 rojan de, kesên çekdar cara duda ye ku dixwazin wezaretê bidest bixin. Van kesên êrîşker dixwazin ku di daîrê dewletên de wezîfe bidin kesên ji malbatê wan.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.