Li Yewnanîstanê helîkoptera eskerî ket: 5 mirî

Li Yewnanîstanê helîkoptera eskerî ket: 5 mirî

Hat ragihandin li Yewnanîstanê helîkoptera eskerî li çiyê qelîbî û ket. Di encama ketina helîkopterê de 5 kes mirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin helîkoptera bi tîpa UH-1H a aîdî Hêzên Hewayê ya Yewnanîstanê dema ku ji bajarê Larîsayê diçû Kozaniyê  ji radarê winda bû. Hat ragihandin helîkopterê ku ji radarê winda bû li çiyê qelibiye û ketiye.

Di encama ketina helîkopterê de 5 kes mirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.