Li Zanîngeha Dîcleyê ji bona êtîman kermes hat tertîpkirin

Li Zanîngeha Dîcleyê ji bona êtîman kermes hat tertîpkirin

Ji teref Weqfa Êtîman û Qlûba Ciwanên Zana ve ji bona êtîm, sêwî û bêkesan di Zanîngeha Dîcleyê de kermes hat vekirin.

Weqfa Êtîman ku ji bona êtîm û sêwîyan fealîyetan dike, di piştî şahîya ku roja yekşemê tertîp kir de li Zanîngeha Dîcleyê jî bi tevî Qlûba Ciwanên Zana kermesek tertîp kir.

Azat Ertaşê ji rayedarê Qlûba Ciwanên Zana derheqê kermesa ku di Fakulteya Îlahîyetê tê tertîpkirin de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku di vê kermesê de armanca wan; alîkarîya êtîman yê ku Îslam qîmetê dide wan êtîman e.

Ertaş di axavtina xwe de îfade kir ku ew bi tevî Weqfa Êtîman vê kermesê tertîp kirin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Kermesê me kermeseke ji bona êtîman e. Ji teref xwendekarên me yên dildar ve di nav rewşeke dijwar de tê alîkarkirin.”

Ertaş di berdewama axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya ku pêxemberê me dide êtîman kişand û weha got, “Di hedîseke pêxemberê me de weha tê gotin ‘Kê ku ji bona Xwedê Teala serê êtîmek miz bide qasî wê tayê porê ku miz da ye ji wî re xêr heye’. Alîkarîyek ku ji bona êtîman bê kirin xêra wê alîkarîyê him di vê dinyayê de him jî di axiretê de heye.”

Ertaş di dawîya axavtina xwe de ragihand ku ew ê vê kermesê di Fakulteyên cuda de jî di rojên me yên pêşî de bê tertîpkirin û axavtina xwe weha dawî kir, “Bernameya me di Fakulteya Îlahîyatê de ye û heta seat 17.00ê jî berdewam dike. Kermesa me ew ê 20ê Gulanê roja Înê jî di Fakulteya Tipê de li alîyê cîhên ku ders tên dayîn bê tertîpkirin. Em hêvîya alîkarîya hemû xwendekarên xwe yên xêrxwaz in.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/X9bCSMhLAT4

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.