Li Zanîngeha Helebê 2 Teqîn: 80 Kuştî
Li Sûriye şer nasekine. Do li bajarê Helebê di zanîngehê de, du teqîn pêk hatin.
Li Sûriye şer nasekine. Do li bajarê Helebê di zanîngehê de, du teqîn pêk hatin. Di teqînên bombeyî de, zêdetirî 80 kes hatin kuştin, 160 kes jî birîndar bûn.
Hadîse do êvarê qewimî. Devera hadîseyê di bin kontrola hikûmetê de ye. Bi teqînan, di unîversîte û bînayên derûdor de gelek xisara maddî jî çêbû. Piştî hadîseyê, hêzên Esad bi teyarên herbê, mehelên Helebê yên ku di bin kontrola mûxalîfan de ne, bombebarandin kirin.
Mûxalîf îddîa dikin ku teqîn ji teref teyarên Esad ve hatine kirin. Hêzên Esad jî îddîa dikin ku, mûxalîf li herêmên di bin kontrola hikûmetê de ne, êrîşên întîharî rast dikin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.