Li Zurîhê êrîş li mizgeftê hat kirin: 3 birîndar
Bern - Li bajêra Zurîha Îsvîçreyê êrîşa çekdarî li mizgeftê hat kirin, di êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 3 Misliman birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin zilamekî çekdar ê ku cilên reş li xwe kiribûn êrîşî mizgefta exlebe penaberên Somaliyî lê bûn kir, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de 3 Misliman birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Li gor şahidên bûyerê kesê êrîşkar di temena 30 salî de bû û mêr bû.
Abukav Abshîrowê Somaliyî yê ku ji mudawîmê mizgeftê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir di bûyerê de hevalekî wî jî di êrîşê de birîndar bûye û wiha pê de çû: “Em wextên gelekî xwe di camiyê de diborînin. Li mizgeftê hewaya biratî û dostîtîyê heye. Ji ber bûyerê ez xemgînim. Berî niha tiştekî wisa li vê derê neqewimî. Em di dawiyên heftiyê de digel zarokên xwe wexteke bi rama diborînin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.