Lîbya Û Cezayîr
Lîbya Û CezayîrLi Lîbyayê ji ber fîlma heqaretwarî millet dest bi protestoya kiribûn
Lîbya Û Cezayîr
Gırtın Û Protesto Dewam Dıkın
Li Lîbyayê ji ber fîlma heqaretwarî millet dest bi protestoya kiribûn. Hinek kesên çekdar jî êrîş li sefaretxana Emrîka kiribû. Di hadîseyê de sefîr û 3 kesên pê re hatibûn kuştin.
Serekwezîrê nû yê Lîbyayê Mustafa Ebûşekûr, bi BBC re hevpeyvînek pêk anî. Di hevpeyvînê de da zanîn ku lêpirsîn dewam dike. Hinek kes hatine desteser kirin. Ebûşekûr wiha beyan kir “Dibe ku kesên çekdar, protestoyê firsend dîtibin û êrîşî sefaretxanê kiribin. Li ser vê gumanê xebat tê kirin. Hinek kes hatine desteserkirin. Qehr û nefreta li ber fîlmê, vê êrîşê meşrû nake. Qetî fîlmek rezîl û heqaretwarî ye. Feqet evya, êrîşa li Emrîkiyan meşrû nake.”
Heta niha tu grûbê vê êrîşê ne girtiye ser xwe. Lê li ber vê fîlma rezîl protesto dewam dikin.
Her wiha li Cezayîr jî tepkî bilind dibin. Ji lîderên partiya Iniya Rizgariya Îslamî Alî Bîlhac, ji bo ku tepkiya xwe ya li ber fîlma heqaretwarî nîşan bide, xwest mektûbek bide sefaretxana Emrîka ya Cezayîrê. Feqet di heyama birina mektûbê de, Alî Bîlhac ji teref polîsan ve tê girtin. Ji ofîsa partiya Iniya Rizgariya Îslamî hat beyan kirin ku Alî Bîlhac di heyama dana mektûbê de ji alî polîsan ve hatiye desteser kirin. Ofîsa partiyê îfade kir ku di mektûbê de wiha hatiye beyan kirin “Bila Emrîka baş zanibe ku ev der welatê şehîd û qehremana ye. Digel ewqas demên borî jî, dîsa xwe bi bawerî, qaîde, exlaq û esasên Îslamê ve girê daye. Em welatên rojava îqaz dikin ku bila heqaretê li muqeddesatên muslumana nekin. Hurriyet ne heqareta xebis e ku li baweriya kesên din tê kirin.”
Wekî tê zanîn partiya Abbas Medenî Iniya Rizgariya Îslamî, di sala 1990an de di hilbijartinan de serkeftiyek mezin bidest xistibû, lê ji teref cûntaya Cezayîrê ve hat yesax kirin, bi emrê welatên rojava demokrasî hat binpêkirin. Abbas Medenî hat girtin. Partiya wî jî hat yesax kirin. Ji alîkarê serekê partiyê Alî Bîlhac û hinek îderavanê din re, yesax û qedexa siyasetê hat dayîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.