Lîderan Erdogan pîroz kirin
Ji ber encamên referandûmê gelek lîderên dewletanji bo Erdogan peyamên tebrîkê weşandin.
Piştî ku encamên dengdayîna xelkê erê derket re serokên gelek dewletan Serokkomar Erdogan pîroz kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesê ku ewil Erdogan tebrîk kir Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev e.
Aliyev ji ber netîceya ku derketiye li Erdogan geriya û wî tebrîk kir. Alîyev diyar kir encamê hilbijartinê diyar dike ku xelk piştgiriyê dide polîtîqayên Erdogan.
Hat ragihandin di hevdîtina ku hat kirin de ji îro pê ve jî ew ê dostanî û biratiya di navbera her du delwetan de pêş ve herê.
Alîyev ji bilî hevdîtinê peyameke pîrozbahiyê jî weşand. Aliyev di peyama ku weşand de wiha got: “ Bêşiphe ev dengdayîna xelkê dê dîroka dewleta me ya bira de bibe destpêka heyameke nû û ew ê erk û cihê Tirkiyê ya di qada navneteweyî de bi hêztir bibe.”
Lîderên Ereb jî Erdogan tebrîk kirin
Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî, Serokê Dewleta Filîstînê Mahmud Abbas, Qralê Bahreynê Hamed bîn Îsa Al Halîfe, Serokê Heyamî ya Yekîtiya Afrîka û Serokê Dewleta Gînê ye Alpha Conde, Serokê Hareketa Nahdaya Tunusê Raşîd Gannuşî, Serokkomarê Berê yê Tunusê û Serokê Harekata Îradeyê yê Tunusê Muhammed Munsîf Merzuqî, Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Xalid Meşal jî ji ber encamên referandûmê Erdogan pîroz kirin.
Her wiha serokwezîrên kevin ên mîna Mesut Yilmaz,, Yildirim Akbulut û Tansu Çîller jî Serokkomar Erdogan pîroz kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.