Lijneya ÎTTÎHADUL ULEMA beşdarî merasîma îcazetê bû

Lijneya ÎTTÎHADUL ULEMA beşdarî merasîma îcazetê bû

Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, bi tevî lijneyekê beşdarî merasîma vekirin û îcazetê a Kullîyeya Îlmên Seyyîd Abdurrahman Arwasî ku li navçeya Westana Wanê ye bû.

Kiliçarslan û lijneya bi wî re yên ku beşdarî merasîma vekirin û îcazeta Kullîyeya Îlmên Seyyîd Abdurrahman Arwasî bûn, ji teref Mele Mustafa Sakçi yê Sermiderris û damezrênerê Kullîyeya Îlmên Seyyîd Abdurrahman Arwasî ye ve hatin pêşvazîkirin.

Kiliçarslanê ku ji Sakçi re ji bona ku ev medrese û îcazet bibe wesîleya xêrê daxwazîyan kir, bal li ser muhîmtîya medreseyan kişand.

Kiliçarslanê ku bi alimên beşdarî merasîmê bûn re axavtin kir, ji xwendekarên ku îcazetê standin re daxwazîya serfirazîyê kir, dûre jî bi tevî lijneya xwe ji navçeya veqetîya. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.