Lîsteya Sûîqestê a 28ê Sibatê

Lîsteya Sûîqestê a 28ê Sibatê

Di îddîanameya ku ji alî Sersewcîtiya Cimhûriyetê a Anqara ve di çarçoweya lêpirsîna 28ê Sibatê de hat amadekirin de gelek me’lûmatên girîng bidestketin.

Di îddîanameya ku ji alî Sersewcîtiya Cimhûriyetê a Anqara ve di çarçoweya lêpirsîna 28ê Sibatê de hat amadekirin de gelek me’lûmatên girîng bidestketin. 

Di gerîna mala Serekê Daîra Hereketê a Psîkolojîk a Sererkaniyê yê teqawîd Oğuz Kalelîoğlû de lîsteya sivîl û ‘eskerên ku bi sûîqastê hatine kuştin bidestket.

Di lîsteyê de navê Serekcimhûrê berê Turgût Ozal, Alparslan Turkeş, Muhsîn Yazicioğlû, Hrant Dînk, Eşref Bîtlîs û Tuğgeneral Bahtiyar Aydın jî hene..

Di gerînê de navê parlementerên çûne hecê û partiyên wan jî di hin belgeyan de hatin dîtin. Digel vê hejmara Qursên Quranê û me’lûmatên di derbarê kontrolkirina wan de jî hatin bidestxistin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.