Lokala hilbijartina Rezan ya HUDA PARê bi coş û beş hat vekirin

Lokala hilbijartina Rezan ya HUDA PARê bi coş û beş hat vekirin

Vekirina navenda koordînasyona hilbijaritnê ya ku ew ê Namzedê Serokê şaredarîya navçeya Rezan ê Dîyarbekirê Cengîz Aydin li wê derê xebatên hilbijartinê bike di nav hewaya mîtîngê de hat lidarxistin.

HUDA PARê ji hilbijartina 31 Adarê re bi şekleke bi qewet hazirîyê dike.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Rezana Dîyarbekirê biroya hilbijartinê hat vekirin, HUDA PAR di vê bernameyê de bi teweccuhekî mezin hat pêşwazî kirin.

Faruk Dînç ku Namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê ye, beşdarî vekirina navenda koordînasyona xebatên hilbijartinê yê Namzedê Serokê Şaredarîya Rezan Cengîz Aydin bû, wî îfade kir ku ew ê HUDA PAR di nerîna şaredarîtîyê de nerînekî cuda derbixe holê.

Dînç got, “Ez ji ber ku berê di van kolanan de jîyana xwe derbas dikirim, zanim ku çi pirsgirêkên vê navçeyê heye. Carkî bajarê me yê Dîyarbekir bêxwedî ye, navçeya me Rezan jî ducar bêxwedî ye. Bi îzna Xwedê ew ê memkeletê me bi HUDA PARê re bighêje hizûr, ewlehî û xizmetê. Niha em gund bi gund, navçe bi navçe, tax bi tax û kolan bi kolan digerin û em dibînin ku HUDA PAR wek topa berfê mezin nabe, ew wek aşîtê mezin dibe û tê.”

Dînç, di berdewama axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên bajêr de axivî û weha got:

Dînç, “Digel ku Dîyarbekir bajarekî ku xîtabê herêmê dike hêna jî li vê derê tramvay tineye. Bi salan e dibêjin ku projeya wî qedîyaye, hetta anîmasyonên wî jî hatin nîşandan lê di ortê de tramvay tineye. Rêya mezin ku ji wî re dibêjin otoban hatîye, li Rihayê sekinîye, nayê vê alîyê. Hat gotin ku ew ê ji Dîyarbekir re nexweşxaneya mezin çêbikin, di ortê de hêna jî nexweşxaneyekî tineye.”

Dînç derheqê bêkarîyê de jî axivî û bal li ser nasnameya eslî ya bajêr kişand.

Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got, “Li navçeya Rezan pirsgirêka bêkarîyê heye, ciwanên me bi hezar kîlometre rê diçin û diçin memleketên dinê dixebitin. Ew mecbur dibînin ku biçin cîhên dûr û nanê xwe qezenc bikin. Ev bajêr bêxwedî hatîye hiştin, yên ku dibêjin em xwedî lê derdikevin jî dibêjin ev bajêr bajêra zebeş û cîgerê ye. Li Dîyarbekir tenê zebeş û cîger tineye, ev bajêr bajêrekî ku di nav xwe de pêxemberên ku navê wan di Quranê de derbas dibe dihewîne, ev bajêr bajêrekî wisa ye ku di nav xwe de eshabîyan Pêxember dihewîne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.