MA HEPIS QEMPA KOLA YE?
Berî niha, çend caran eşkere bûbû ku li hinek hepsan, îdara hepsê li gor kêfa me’mele dike û neheqiyan li mehkûman dike
MA HEPIS QEMPA KOLA YE?
“ÎDARA HEPSA TOKATÊ NEHEQIYAN DIKE”
Berî niha, çend caran eşkere bûbû ku li hinek hepsan, îdara hepsê li gor kêfa me’mele dike û neheqiyan li mehkûman dike. Dihat diyar kirin ku hepsên mîna Pozanti û Osmaniye, ji bo mehkûma bûne deverên qempên hesîran. Der heqê îdara hepsan û îddîayên mehkûman lêpirsîn dest pê bûbû.
Li gor xeberan hat gotin ku li hepsa Tokatê jî, îdare ji mehkûman re û ji ziyaretvanê wan re tengasiya derdixe. Komela Azadî û heqên însanî Hur-Der, di beyana medyayî ya nivîskî de, da zanîn ku îdara hepsa Tokatê ya Tîpa T, guhnade nexweşiyên mehkûman, giliyên ziyaretvanên mehkûman jî, bi ser guhê xwe ve, davêje.
Hur-Der diyar kir ku ziyaretvanên mehkûmên hepsa Tokatê, bi sed derd û zehmet ji Diyarbekir heta Tokatê diçin. Li wir, der heqê derdên mehkûman de, muracaetî îdara hepsê dikin. Feqet îdara hepsê guhnade giliyê wan.
Tê gotin ku di hepsa Tokatê de, Hecî Bayancûk divê herê xestê tedavî bibe. Feqet îdara hepsê, me’mela kêfî dike. Guhnade sihet û derdên mehkûma. Xwestinê mehkûman red dike. Meriv û ziyaretvanê Hecî Bayancûk, îfade dikin ku ji hal û sihheta Hecî Bayancûk, Hikûmet û wezareta ‘edaletê û îdara hepsa Tokatê mesûl in.
Hur-Der da zanîn ku bi vî awayî eger îdara hepsa Tokatê, guhnede sihhet û muracaetên mehkûman, sûcdar e. Komela gazî hikûmet û wezareta ‘edaletê kir ku li hepsê lêkolînê rast bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.