Ma Ne Wehşet E Çi Ye?
Zulm û qetlîamên Bûdîstên hov û wehşî dewam dike.
Zulm û qetlîamên Bûdîstên hov û wehşî dewam dike. Bûdîstên wehşî bi desteka hikûmeta Myanmarê û bi saya bêdengiya cemiyet û alema dinyê, muslumana qetil dikin, camî û xaniyên wan dişewitînin. Yên digirin jî sirgûn dikin. Ben dixin qirika zarokên biçûk û wan înfaz dikin.
Berî niha 5 camî û gelek malên muslumanan hatibûn şewitandin, 32 musluman hatibûn qetilkirin. Niha jî şîddeta zulma Bûdîstan gûr bû. Der heqê wehşeta Bûdîstan de, dîmenên nû hatin weşandin ku însan nikare tehemmul bike. Hew li bajarê Mektîlayê tenê, zêdetirî 6 hezar musluman hatin sirgûnkirin.
Mixabin Bûdîstên wehşî û hikûmeta Myanmarê ya ğeddar, guhnade yekîtiya hevkariya Îslamî û dewletên yekbûyî û li gor dilê xwe qetlîamên xwe didomînin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.