Mal di bin berfê de man

Mal di bin berfê de man

BIDLÎS - Li Bidlîsê ji ber berfa dijwar a ku ev 3 roj e berdewam dike malên yek qetî di bin berfê de man.

Hat ragihandin li Bidlîsê ji ber berfa dijwar a ku ev 3 roj e berdewam dike malên yek qetî di bin berfê de man. Her wiha rêya 350 gundan ji ber berfê hat girtin.Li Mutkî, Hîzan, Exlat, Adilcewaz û Tatwanê mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.

Ji ber barîna berfê li navenda bajêr hazirê metro û nîv û li derên bi çiya jî nêzî 2 metroyan berf bariya. Xwediyên malan hewil didin devê derîyên malên xwe vebikin û her wiha yekîneyên şaredariyê jî kolan û sikakan paqij dikin û berfê dimalin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.