Mala Nisêbîniya mexdûrê şerê şewitî

Mala Nisêbîniya mexdûrê şerê şewitî

Di mala malbata Çelîkê ku ji ber şer û pevçûnên li Nisêbîna Mêrdînê koçê Qoserê kir de şewat derket.

Di mala malbata Çelîkê ku ji ber şer û pevçûnên li Nisêbîna Mêrdînê koçê Qoserê kir de şewat derket. Di encama şewatê de xisara madî çêbû.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di Taxa Yenî ya girêdayê navçeya Qoserê de di malekî de ji ber sedemên ku nayên zanîn şewat derket.

Piştî ku cîranan xeber dan tîmên xwekuj û tendirûstiyê tîm hatin û şewtê vemirandin. Di encama şewatê de kes nemir lê eşyayên tê de hemî şewitîn.

Hezîhe Çelîka xwediyê malê diyar kir dema ku ew di xew de bûne şewat derketiye. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di xew de bûm. Ez jî nizanim ku şewat çawa derketiye. Di şewatê de 3 nivîn, 10 betanî, 6 balîf û gelek tiştên din ên ku nayê bîra min şewitiye. Nêzî 11 meh berê em hatin Qoserê.” (ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.