Malbat Ji Weşanên Tv’yan Nerihet In
Wezareta malbat û polîtîkayên sosyalê, li ser 12 hezar malbatan lêkolîn kir. Encamê vê xebatê tiştên balkêş û xemgînî eşkere kirin.
Wezareta malbat û polîtîkayên sosyalê, li ser 12 hezar malbatan lêkolîn kir. Encamê vê xebatê tiştên balkêş û xemgînî eşkere kirin. Malbat ji program û weşanên televîzyonan gazin dikin û dibêjin ku, gelek weşan teşwîkî bêexlaqiyê dikin.
Li gorî lêkolînê ji sedî 50 nuqte yekê beşdaran îfade kirin ku, bi îman in û wecîbeyên dînî pêk tînin. Ji sedî 43 nuqte 8an beyan kirin ku, bawermend in û hinek wecîbeyên dînî pêk tînin.
Ji sedî 91 nuqte 9ê beşdaran televîzyonê seyr dikin. Ji wan 46 nuqte 9 diyar kirin ku, weşanên televîzyonan li ser cînselê ne. Dîsa ji wan ji sedî 15 nuqte 5 dibêjin ku, di weşanan de şîddet heye, yan jî xerabî û kufr û heqaret heye.
Malbatan beyan kirin ku înternet, kompîtur û telefona mobîl di navbera zarok û mezinên wan de dibin sebebê niqaşan. Li gorî îfadeya malbatan, hevberdan û bêmesûliyetî zêde dibin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.