Malbata ku diçû rez kesaxtinê qeza kir: Yek mirî 10 birîndar
Li Êlihê malbata ku diçû da ku rez rez bikesixîne qeza kir, di encama qezayê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn.
Malbata ku diçû da ku rez rez bikesixîne li ser Rêbaja Êilh-Heskîfê qeza kir. Di encama qezayê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin wesayîta ku Mehmet Emîn Yelboga ajovovantiya wê dikir da ku biçin Gundê Zeliyê ya girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê rez bikexisîne. Di encama qezaya wesayîta bi pleqeya 72 DH 644ê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di encama qezayê de Mehmet Şahînê 67 salî jiyana xwe ji dest dan û Halîl, Îbrahîm, Zeynep, Huseyîn û Fatma Kardaş û Mehmet Alî Irmak, Murat Tan, Mehmet Emîn Yelboga û 2 kesên din ên ku navê wan nehat zanîn jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.