Malbata ku mala wê şewitî li benda alîkariyê ye

Malbata ku mala wê şewitî li benda alîkariyê ye

Li Êlihê di malekê de hêj ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket, malbata ku ji 8 nefsan pêk tê niha li benda alîkariyê ye.

Li gor agahiyên  ku hatine wergirtin li Taxa Îlûha Êlihê di mala malbateke ku ji 8 nefsan pêk tê  de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Şewata ku di wextên şeveqê de di odeyekê de derket li temamê malê belav bû.

Mezinê malê Hesen Altunê ku ji bo karibe derbara malbata xwe bike karê teblewaniyê dike diyar kir ji ber ku rewşa wan a maddî nebaş e berî vê 3 rojan xanim û 6 zarokên wî çûnê karê berhevkirina findiqan.

Altun di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku di mal de agir derketiye tu kes di mal tunebûye û ji ber şewatê eşyayên di mal de zirar dîtine.

Musul Altunê ku birayê Hesen Altunî ye derheqê mijarê de wiha axivî: “Birayê mi  serê şeveqê ji bo ku  biçe kar derketiye derve, piştî seatekê ku ew ji mal derketiye cîranan dîtiye ku di mal de şewat derketiye. Di şewata ku derketiye de  tiştekî sexlam nemaye. Li cihên ku şewat derneketiye jî temamê eşyayan ji ber avê zirar dîtine. Birayê kesekî mexdûr û deyndar e. Ji ber ku rewşa wan a maddî nebaş bû xanim û 6 zarokên wî çûn findiqan.Em ji kesên xêrxwaz ji bo wan alîkariyê teleb dikin.”

Mixtarê taxê Mehmet Bars jî derheqê mijarê de diyar kir Hesen Altûn merivekî feqîr e û ji ber vê yekê ew ji walî û serokê şaredariyê her wiha ji temamê kesên xêrxwaz ji bo wî alîkariyê teleb dikin.

ÎLKHA














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.