Malbata ku mala wê xera bû li benda alîkariyê ye

Malbata ku mala wê xera bû li benda alîkariyê ye

Li Çinara Diyarbekirê mala ji axê ya malbateke bi 8 nefs hilweşiya û xera bû, malbata naçar niha li benda alîkariya kesên xêrxwaz û rayedaran e.

Hat ragihandin li Taxa Kevin a Çinara Diyarbekirê  mala ji axê ya Saadet Atar hilweşiya. Ji ber hilweşînê tiştek bi tu kesî nehat lê mal û eşyayên di nav de zirar dîtin.

Saadet Atara ku mala wê hilweşiyaye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em tev de 8 kes in. Ev 13 sal e ku zilamê min dev ji min berda ye. Ez û bûka min em nexweş in. Em ji rayedar û xêrxwazan alîkariyê dixwazin. Tu dahata min tuneye. Lawê min ê mezin berbertiyê dike û hewil dide debara me bike. Ez jî ji ber ku extiyar im nikarim bixebitim. Bûka min jî diçe bixebite û ez jî li zarokan dinêrim.”

Atar di berdewama axavtina xwe de ji kesên xêrxwaz û rayedar alîkariyê xwest û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji ber îxtîmala seranser xerabûna malê em newêrin eşyayên di nav de jî derînin. Em li benda alîkariya xêrxwaz û rayedar in.”(ÎLKHA)






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.