Malbata Muhammed Silêman: Lawê me ji teref PYDê ve hat revandin

Malbata Muhammed Silêman: Lawê me ji teref PYDê ve hat revandin

Malbata Muhammed Silêmanê ku li Kobanîya Rojava dijî destnîşan kir, lawê wan ji teref PYD/PKKê ve hat revandin û gelek îşkenceyên tund û dijwar lê hatin kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref malbatê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, lawê wan Muhammed di 1ê Tîrmehê de ji teref PYD/PKKê ve hat revandin û dû re wiha hat gotin: “Muhammed Silêman qet ne nexweş bû. Piştî ku 4 roj ji ser revandina wî derbas bû re rewşa wî ya tenduristîyê nebaş bûye û hatiye rakirin nexweşxanê.”

“Ava kelandî li ser laşê wî dakirine”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de malbat destnîşan kir: “Gelek îşkenceyên tund li lawê me hatiye kirin. Ava kelandî li laşê wî dakirine. Em bang li partîyên Kurdan, sazîyên mafên însanan û civaka navneteweyî dikin da ku li lawê me xwedî derkevin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.