Malbatên şehîdan ji umrêyê vegerîyan

Malbatên şehîdan ji umrêyê vegerîyan

Organîzasyona hec û umreyê ya Înzarê malbatên şehîdan biribûn umrê, malbat ji axa pîroz vegerîyan welatên xwe.

Organîzasyona hec û umreyê ya Înzarê, malbatên şehîdan biribûn umrê, malbat ji axa pîroz vegerîyan welatên xwe. Malbatan hêsîyatên xwe ji ajansa îlkeyê re bi lêv kirin.

Di pêşîvantîya Înzar Hac û Umreyê de, qefîleyeke ji 160 kesî pêk dihat çûbûn axa pîroz. Qefîleya Umrê vegerîyan welatên xwe.

Kesên ku ji axa pîroz vegerîyan, li balafirgeha Amedê ji teref  meriv û xizmê xwe ve hat pêşwazî kirin. Di nava wan de malbatên şehîdên cejna qurbanê yên di 6-7ê Cotmehê de di bûyerên bi hênceta Kobanê de hatibûn qetil kirin jî hebûn.

Malbata Hasan Gokgoz û Yasîn Boru jî di nav kafîleya umreyê  de hebûn.

Malbatan hest û hîsê xwe xwe ji ajansa ÎLKEyê re gotin.

Bavê Hasan Gokgozê ku di bûyerên bi hênceta Kobanê de hatibû qetilkirin, Mehmet Gokgoz hest û hîsê xwe wiha bi lêv kir: “Ez çûm min ji Resûlallah re behsa kurê xwe Hasan kir ku bê çawa hatîye qetil kirin.”

Dê û bavê şehîd Yasîn Boru jî weha gotin: “Vegera ji axa pîroz meriv xemgîn dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.