Malikî: Daxwaze Me Têkiliyên Bi Tirkî Re Xweş Bibin

Malikî: Daxwaze Me Têkiliyên Bi Tirkî Re Xweş Bibin

Malikî: Daxwaze Me Têkiliyên Bi Tirkî Re Xweş Bibin.

 Serekwezirê İraqê Nûrî Malikî di kenaleke televîzyonê de li ser têkiliyên di navbera wan û hikûmeta Tirkiyê de xeber da û da zanîn ku bi hinek şertan dixwazin têkiliyên xwe rast û xweş bikin.

Malikî wiha diyar kir “Eger ji İraqê re hurmet bê kirin û têkilî nav karen İraqê neyê kirin, wê çaxê wê hebûna Tirkiye û şîrketên Tirkiye yên li İraqê serserû çavan bên qebûl kirin. Ji bo rageşiya di navberê de bê sivik kirin, gav tên avêtin, lê ne bes e. Mesela hêla Tirkiye, kesekî ku di heqê wî de hikûm hate dayîn dihewîne. Me ji hêla Tirkiyê re got: Em destê xwe yê dostaniyê dirêjî we dikin. Em dixwazin têkiliyên me baş bin. Heger hun jî têkiliyên xweş nîşan bidin, hunê bibînin ku İraq dixwaze îxtîlafên di navberê de rabin.”  www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.