Malikî pêşmerge hişyar kirin

Malikî pêşmerge hişyar kirin

Nivîsîngeha fermandeya giştî ya hêzên çekdar ên Hikûmeta Iraqê hişyarî da pêşmergeyan û daxwaz dikin ku li cihên artêşa Iraqê lê bi cih bûne îstifzaz nekin.

 Nivîsîngeha fermandeya giştî ya hêzên çekdar ên Hikûmeta Iraqê hişyarî da pêşmergeyan û daxwaz dikin ku li cihên artêşa Iraqê lê bi cih bûne îstifzaz nekin.

Nivîsîngeha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di daxuyaniyek ku îro (15.11.12) hatî belavkirin de wiha dibêje: “Pêwîste hemû hêzên artêşa Iraqê li beramberî her îstifsazekî leşkerî ya li navçeyên ku lê bi cih bûne bê kirin agehdar bin û girêdayî tedbîran bin.”

Nivîsîngeha Malikî daxwaz ji hêzên pêşmergeyan dike ti karekî nekin ku bibe sedemê bertekên xirab û xirabûna aramiya li navçeyê. Herwiha daxwaz hatiye kirin ku artêşa Iraqê dûr bikeve û bi ti awayî jî îstifsaz neke.

Berî du heftiyan serokwezîrê Iraqê hêzên pêşmergeyan bi wê yekê gunehbar kir ku dest danîne ser çekên giran ên artêşa Iraqê yên berê.

Nûrî Malikî li beramberî pirçekkirina hêza pêşmergeyan mercê wê yekê daniye ku vegere nava sîstema parastina Iraqê û di bin deshilata wezareta parastinê de kar bike. Wezareta pêşmergeyan jî ev yek red kir û bal kişandibû ser wê yekê ku di demek hikûmeta navendî ya Iraqê amade nebe budceya pêşmergeyan xerc bike, wê demê wê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve budce jêre bê diyarkirin.

Herwiha lijneya karûbarên pêşmergeyan a li parlamentoya Kurdistanê havîna borî hikûmeta Bexda bi wê yekê gunehbar kir ku xwe ji pirçek kirina hêzên pêşmergeyan didize û sedema wê jî ji bo meseleya siyasî vegerand.

Wezareta pêşmergeyan jî bal kişand ser wê yekê ku amadene ger Bexda amade nebû hêza pêşmergeyan pirçek neke, amadene peymanên leşkerî îmze bikin. (Rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.