Maratona LYSyê dest pê kir

Maratona LYSyê dest pê kir

Maratona Îmtîhana Bicîkirina Lîsansê ya ku di têketina zanîngehê de qonaxa duyemîn e dest pê kir.

Îmtîhanên  Bicîkirna Lîsansê yên ku ji teref Serokatiya Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê ve tên tertîpkirin  îro di seat 10.00an de bi îmtîhana Zanîstên Civakî LYS-4 dest pê kir.

Hat ragihandin di sala 2017an de tevde milyonek û 72 hezar û 396 kes muracatî LYS kirine û ew ê îmtîhanên LYSê du heftiyan berdewam bikin.

Îmtîhana Zanîstên Civakî LYS-4 a ku îro di seat 10.00an de bi beşdarbûna bi sedhezaran dest pê kir ew ê 135 deqîqe berdewam bike. Ew ê di LYS-4an de ji dersên dîrok, cografya, koma felsefê, agahiya exlaq û çanda dîn pirs bên kirin.

Ew ê di îmtîhana sibe de jî ji LYS-1ê tev de 80 pirs bên pirsîn û ew ê ev îmtîhan 135 deqîqe berdewam bike.

Heftiya pêşiya me jî ew ê îmtîhanên LYS-3 edeboyat-cografya  û LYS-5 îmtîhana zimanê biyanî bên tertîpkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.