“Me berê bar dikişand niha em derd dikêşin”
Li Mêrdînê mamê Şevketê ku 35 sal e hemaltî dike diyar kir ku di van rojên dawî de êdî ew nikarin sifteh bikin û wan berê bar dikişandin lê niha êdî ew derd dikêşin.
Bargirên ku bes sermayeya wan ew e ku palanên xwe didin pişta xwe êdî wek berê naxebitin. Hemalên ku di kolanên teng û dirêj de herî kêm 100 kîlo bar pişt dikin tu ewlehiya wan a tendirûstiyê tune. Wan destnîşan kirin ku ew mecbûr in vê karê bikin.
Mamê Şevket (62), diyar kir ku bavê wî 50 sal hemaltî kiriye û bixwe jî ev 35 sal e ku heman karê didomîne û bi vê şiklê debara xwe temîn dike.
Mamê Şevket wiha axivî: “Wekê ku hûn dizanin Mêrdîn li ser girê hatiye avakirin. Rêyên wê teng û bi merdîwan in. Ji ber vê yekê ji berê ve eşya bi hemalan tên kişandin. Bavê min nêzî 50 salan hemaltî kir û dûvre wefat kir. Ez jî 35 sal e heman karê dikim. Eşyayên wekê avsark, makîna cil û bergan û yên din çi dibe bila bibe li ser pişta xwe dikêşin. Em ji malek dikêşin malekî din. Lê niha kar sekiniye. Dema ku hemwelatî dan û sitan nekin îş tune ku em jî bixebitin.”
“Hemaltî mirov extiyar dike”
Mamê Şevket diyar kir ku berê karê wî pir baş bûye. Carinan jî di heman rojê de 100 TL qezenc kiriye. Lê niha kar tune. Dûvre mamê Şevket wiha pê de çû: “Li Mêrdînê niha kar tune. Bêkarî zêde bûye. Ji xwe bi vê extiyariyê kî mirov hildide îş… Xwendina min tune. Me nekarî mekteb jî bixwînin. Bes ez bi hemaltiyê aboriya xwer temîn dikim. Ez ji mecbûriyetê vê karê dikim. Lewra li malê jina min û 3 zarokên min bendewarê min in. Ez mecbûr im wan xwedî bikim. Ez debara mala xwe wiha temîn dikim.”
Mamê Şevket diyar kir ku ew mecbûr e ji bo nan qezenc bike bixebite û carinan 120 kîlo bar dide pişta xwe. Dûvre wiha pê de çû: “Em mecbûr in di sir û seqema zivistanê û qermahiya havînê de bixebitin. Lê herî zêde em ji germa havînê bandordar dibin. Pirr bi zehmet e ku mirov pere qezenc bike. Em bê ewlehiya tendirustiyê dixebitin. Tê ji min re got ‘gelo tu ji vê karê memnûnî?’ Ne. Em memnûn nînin. Lê em mecbûr in.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.