Meaşê dapîrên dê li neviyên xwe binêrin diyar bû
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku dê “Projeya Dapîran” di meha adarê de li hinek bajaran were tetbîqkirin.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku dê “Projeya Dapîran” di meha adarê de li hinek bajaran were tetbîqkirin. Muezzînoglu destnîşan kir ku dê ji dapîrên ku naviyên xwe xwedî dikin re wek meaş 425 TL were dayîn.
Bakan Muezzînoglu di merasîma îmzayê de axivî. Muezzînoglu diyar kir ji bo ku ji dayîkan re hêsantir bibe dê ji dapîrên ku naviyên xwe xwedî dikin re wek meaş 425 TL were dayîn.
Muezzînoglu diyar kir ku dê di destpêkê de li 10 bajaran ev proje were tetbîqkirin û dê ewil 6 hezar malbat ji vê projeyê îstîfade bikin. Muezzînoglu destnîşan kir ku ev bajar Stenbol, Îzmîr, Bursa, Enqere, Qeyserî, Sakarya, Antalya, Konya, Denîzlî û Tekîrdag e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.