Mebûsê HÜDA PARê Serkan Ramanli li Qilabanê esnaf ziyaret kir
Cîgirê Serokê Giştî ê HÜDA PARê û Mebûsê Êlihê Serkan Ramanli, li navçeya Qilabanê ya Şirnexê esnaf ziyaret kir û guh da daxwaz û pêşniyarên wan.
Mebûsê Êlihê û Cîgirê Serokê Giştî ê HÜDA PARê Serkan Ramanli ku ji bo hinek têkiliyan hatibû Şirnexê, tevî teşkîlatên parêzgeh û navçeyê derbasî navçeya Qilabanê bû.
Ramanli ku ji bo vekirina teşkîlata navçeyê ya Qilabanê ya HÜDA PARê li navçeyê bû, bi gel re hat cem hev.
Ramanli ku tevî Serokê Parêzgehê Emcet Yalçın û heyeta xwe esnafên li Kolana Cumhuriyetê ziyaret kir, li vir bi eleqeyeke germ a esnafên navçeyê hat pêşwazîkirin. Ramanli guh da pirsgirêk û daxwazên esnafan.
Di ziyareta esnafan de Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Navendî ya HÜDA PARê Nasuh Sevinik, Serokê Parêzgeha Şirnexê ya HÜDA PARê Emcet Yalçın, serokên teşkîlatên navçeyan û heyeta ji partiyê ligel Ramanli bûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.