Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Meha Remezanê Mehek Pîroze

Em dîsa gihaştin meha mubarek, meha Remezanê. Meha Remezanê li temamê ummeta Îslamê pîroz û bimbarek be. Û bibe wesîla xellasîya temamê Musulmanê bindest û tengayê de.

Emê di heqê rojîya meha Remezanê hinek ayet û hedîsa bînin ziman inşaallah.

 Piştî Hîcreté sala duda de, berî herba bedre, meha Remezané rojî hat ferzkırın.

     Bi navé xwedayé mezin

     “Ey Evé ku îman anînin! Çawa ew ummeté berya we rojî ji wan re hatibû ferzkirin, ji were jî hat ferzkirin. Hévî heye ku hûn xu biparézin.” (Beqere 183)

     “(Rojî) rojén jimartî ne. (rojî li ser we hat ferzkirin.). édî kî ji we nexweş bi ya jî réwî bi bifitiri (qeysî rojê negirtîyı) wé di rojé din de rojîya xu qeza biki. É nikaribi rojîyé bigrin (jiber ma’zereté) qeysî feqîrkî térbiki wé fîdyé bidi. Tevlî vî hawî kî ji dil xéré biki, véya jibo wî bétir başi. Eger hûn bizanibin rojî girtina we ji were bétir bi xéri.” (Beqere 184)

     “Meha Remezané ye ku Qur’an té de hatiyi daxistin, ji bo insana re rébere û nîşanén aşîkar én jibo rastîyé, o rastîyéw xwaryé ji hev bi qetînin. Madem wereyi é ji we bigéji meha remezané, bera té de rojîyé bigri. Kî di wé wextéde nexweş yajî réwî bin (qeysî rojé negirtîyi) bera di rojé dinin de qeza bikin. Xweda ji were fireyé dixwazi, tengasîyé naxwazi. Vana temamî ji bo hûn hejmaré temam bikin û ji berk û xweda we daye ser rîya rast hûn wî ta’zîm bikin u jére şukur bikin.” (Beqere 185)

     Hedîsa Şerîf; Bé özür di meha Remezané de yekî rojîyé negri, di şûna wéde salké jî rojîyé bigri, qeysî wé roja meha Remezané nagihéji sewabé. (Tırmızi)

     Meha Remezané mehek mubarekû pîroze. Xwedayé Te’ala rojîya meha remezané li serwe ferzkir. Di wé mehéde deryé rehmeté vedibi. Deryé cehennemé té girtin. Şeytan tén girédan. Di wé mehéda şevik were heyi, ji hezar mehî bêtir bi qîmete. É ji xéra wé şevé (şeva Leyletul Qedré) mehrûm bimînin, wek ji her xéré mehrum bimînin. (Nesai)

     É girtina rojîya meha Remezané ferz zanibin, o sewaba wé jî ji Xwedayé Te’ala bixwazinû rojîyé bigrin temamé gunehé wan tên a’fûkirin. [Buxari]

   É rojîya meha Remezané bigrin o bimrin, ewé herin cenneté, [Deylemi]

     Wexta meha Remezané té; Tén gotin, “Ey ehlé xéré ber bi xéré de birevin! Ey ehlé şer tüjî disté xu ji nebaşîya bikşîni.  [Nesai]

    Remezan meha bereketéyi. Xwedayé Te’ala di vé mehéde guneha a’fûdiki, du’a qebul diki. Heqqé vé mehé bi ç’av bikin! Ancax wané  wé herin cehennemé, di vé mehéde, ji rehmé mehrûm dimînin. [Taberani]

    Zemané meha Remezana şerîf té, Xwedayé te’ala ji melaîketare emré îstîğfara mu’mina diki. [Deylemi]

    Liméja ferz, hetta liméja diné; înî, hetta înyakdin; meha Remezané, hetta Remezanikdin, ji guneha re dibin kefaret.  [Taberani

    Rojîya Remezané ferze, terawîh sünnetin. É di vé mehéde rojîyi bigrin, û şevé xu jî, bi î’badet derbas bikin günehé wan tén a’fûkirin. [Nesai]

    É di rîya Xwedé’de rojekî rojîyé bigri, Xwedayé Te’ala hefté salî rûyé wî ji agir dûrdiki. [Müslim]

    Pakijî nîvé îmané, rojî nîvé sebréye. [Müslim)

     Xewna Péğemberéme (a.s)

     “ Mi di xewna xude hinik tişté e’caîb dîn. Yekî ji ummetami  melaîketé e’zab wî zevt kiribûn. Ew disméjén wî girtibû hatin wî ji halé zor xelaskir.

Min yek dî, qebra wî, wî dijdand. Ew liméjén wî kiribû hatin wî ji e’zabé qebré xelaskirin.

    Şeytan muselletî ser yekî bubûn. Ew zikré kiribû, hat wî ji şeytan xelaskir.

     Yek jî, ji tîna zimané wî derketibu. Ew rojîyé di meha Remezané de girtibu, hat tîna wî şikandin.

    Yek tarîtî dora wî girtî bu. Ew hecca wî kiribû hat wî ji wé tarîtîyé derxist.

    Ji yekî re meleké miriné hatibû. Ew xéré bi dé û bavé xu kiribu, hat ji mirina wîre bû man’i, e’celé wî paşde xist.

    Yek jî ne dihiştin bi Muslumana re bi peyivi. Silayé rehm hat şefa’et lé kir, bi wan re peyivî.

    Yeki duxwest heri cem péğemberé xu. Hinek jér dibûn man’i. Ew ğusla kiribû wî girtû anî cem Pêğember.

    Yekî duxwest xu ji agir biparézi, ew sedeqé dabûn hat ji agir re bû perde.

    Yekî jî, zebanîya wî dibirin cehnnemé, kirina emré bilm’eruf nehya e’nîl münker hat wî xelaskir.

    Yek avétibûn agiré cehennemé. Ew hestré ji tirsa Xweda rijandi bû hat wî ji wé deré xelaskir.

    É yekî deftera ‘emelé wî zemané ji héla çep didané distê wî, tırsa xweda hat da héla rasté.

    É yekî sewabé wî sivik dahat, ew zaroké berî ya wî miribûn, hatin sewabé wî girankirin.

    Li kéleka cehennemé, yek ji tirsa kildibû, ewé husnû zenna wîya di heqqé Xwedayé te’ala hat, wé kilbûna wî sekinî.

Yek jî, bi zor li ser siraté hat cenneté. Lé feqet deryé cenneté girtîbû. Kelîma şehadeté hat wî xist cenneté. [Hakîm-i Tirmizi]

    Ew sifra Xwedayé te’ala ku tije nî’metin, ne ça’va dîyi, ne guha bihîstîyi û nayé xeyala tu kesî, ancax é bi rojî li ser sifré rûdinin. [Taberani]

    É bi rojî bi û bimre, hetta roja qiyameté wek rojî girtibi, wé jé re sewab bé nivîsandin. [Deylemi]

Xweda’yê Te’ala me ji rehmetû bereketa vê meha mubarek mehrûm neke. AMİN.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.