Mehkema Bangladeşê Telebên Girtiyên Musluman Qebûl Nake
Li Bangladeşê, ji lîderê Cemaeta Îslamî Ğûlam Azam û 11 mensûbên vê Cemaeta han re, ceza îdamê tê xwestin.
Li Bangladeşê, ji lîderê Cemaeta Îslamî Ğûlam Azam û 11 mensûbên vê Cemaeta han re, ceza îdamê tê xwestin. Van kesên Cemaetê ji mehkemê teleb kirin ku, mehkemebûna wan ji nû ve dest pê bike. Lê mehkemê vê xwestina wan qebûl nekir.
Parêzerê van muslumana Muhammed Tacul Îslam beyan kir ku, başhakimê kevn yê mehkema sûcên herbê ya ku li van muslumana ceza biriye, hê doz dewam dike, radibe li Belçîkayê bi hiqûqnasek din re der heqê dozê de dipeyive. Xeberdana wan jî di kovara Ekonomîstê tê weşandin. Ji ber vê yekê parêzer Tacul Îslam ji mehkemê dixwaze ku mehkemebûna van kesan ji nû ve dest pê bike. Feqet mehkemê vê telebê qebûl nekir.
Li aliyê din hat zanîn ku, li paytext Dakka û hinek bajarê din jî, ji bo ku dozê û mehkemê protesto bikin, millet civiyane. Di protestoyan de zêdetirî 50 kes hatine binçavkirin. Polîs gullên heqîqî berra protestovanan daye û ji wan 300 kesî birîndar kirye.
Şêwirmendê medyayê yê Cemaeta Îslamî Huseyîn Yûnûs wiha beyan kir ku, ji Cemaeta Îslamî gelek kes tên girtin. Di nav wan de Seyyîd Ebdullah Mûhammed Tahir jî heye. Hikûmeta Bangladeşê ji musluman û xizmetên Îslamê gelek aciz e.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.