Mehkema Cûntayê Îdam Barand

Mehkema Cûntayê Îdam Barand

Li Misrê Îdara Cûntayê ya ku bi hezaran kesên dijberê derbeyê qetil kirine.

Li Misrê Îdara Cûntayê ya ku bi hezaran kesên dijberê derbeyê qetil kirine, bi 10 hezaran kes jî xistine hepsan, qûqlaya Emrîka û Îsraîla rejîma terorê ye, niha bi wasîteya mehkemeyên xwe yên ğeyrî meşrû, dixwaze kesên dijberê derbeyê bide melisandin.

Fîrewn Husnû Mubarekê ku bi salan welat bi zorbatiyê îdare kiriye, bi 10 hezaran misluman qetil kirine, bê kul û ğem ji hepsê tê berdan, lê li mensûbên Îxwan cizayê îdamê tê birîn.

Mehkema ğeyrî meşrû, bi hînceta ku teşwîkî şîddetê kirine, di nav wan de lîderê teşkîlata Îxwan Muhemmed Bedîî jî, li 529 kesan cizayê îdamê birî. Wê Mehkema zorba, qirara ku dayê bişîne miftîtiya Misrê bê li gorî usulê hatiye dayîn an na. Ger miftîtî tesdîq bike, ew ê qirar dîsa li mehkema ğeyrî meşrû bê erêkirin.

Di doza han de, 1200 mensûbên Îxwan hene. Yek ji wan Muhemmed Bedîî ye. Mehkemekirina lîderên teşkîlata Îxwan, di gelek dozên din de jî dewam dike.

Hefteya borî hatibû gotin ku ji derbeyê vir ve, 16 hezar kes hatine girtin. Kesên dijberê derbeyê jî îfade dikin ku hejmara girtiyan, bi ser 20 hezarî re ye.

Ji lîderên Îxwan yên payebilind û payenavîn, dora 3 hezar heb girtî ne. Di hepsên cûntayê de, bi sedan jinên girtî jî hene.

BANGAHEQ

Xeberen Kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.