Mehkema Doza Bernama Bîranîna Şêx Seîd Hat Taloq Kirin

Mehkema Doza Bernama Bîranîna Şêx Seîd Hat Taloq Kirin

Mehkema Doza Bernama Bîranîna Şêx Seîd Hat Taloq Kirin

Ji bo yadkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî, par li Diyarbekir li meydana Batikentê bernama beyanata medyayî, ji alî komela Mustezef-Derê ve hatibû li dar xistin. Ji ber bernamê li axaftvan û hinek berpirsiyarên komelê, li parêzer Necat Ozdemîr, Nûrî Guler,  Wedat Tûrgût û Mela Omer Çelîk, doz hatibû vekirin.

Îro celseya çaran ya vê dozê hat kirin. Celse taloqî 8ê Mijdarê bû. Wekî tê zanîn, di bernamê de parêzer Necat Ozdemîr bi Kurdî peyivî bû. Di mehkemê de hat îfade kirin ku wergerîna axaftina wî ji Kurdî bi bal Tirkî ve di şeş mehan de nehatiye wergerandin. Ji ber vê yekê jî mehkemê celsê taloq kiriye.

Parêzerê muwekkîlan Mîrxan Ozbeklî jî di celseyê hazir bû. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.