Mehmet Goktaş: Ji bo me ji Hz. Muhemmed re ummetbûyîn nasnameya herî mezin e

Mehmet Goktaş: Ji bo me ji Hz. Muhemmed re ummetbûyîn nasnameya herî mezin e

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Amedê bi temaya “Mînakê Herî Xweşik Hz. Muhemmed” bernameya Mewlida Nebî hat tertîpkirin.

Gelê Amedê û ji bajarên derdorê bi sedhezaran kes beşdarî coş û şahîya bernameya ku piştî sê salan cardin hat tertîpkirin bûn.

Mehmet Goktaşê Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember di bernameyê de axavtinek kir.

Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ku di 20 salên dawî de li kû dera cîhanê heqaret li Hz. Muhmmed bê kirin ê ku ewilî radibe li ser pîyan û xwedîtî li Hz. Muhemmed dike Diyarbekir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min niyet anîbû di dawîya axavtina xwe de ji bo Diyarbekirê dia bikim. Lêbelê dibe ku ez ji bîr dikim, werin em di destpêkê diaya xwe bikin. Em ji Xwedê dixwazin me li ber serê hewza kewserê di bin bayraqa hemdê de bicivîne. Berî wê diayeke me din jî heye. Ya Rebbî cardin bike nesîb bila zarokên Selahedîn careke din Mescîda Eqsayê azad bikin. Belê ya Resûlullah! Ji bo me ji ummetbûyîna te pêve tiştekî din ne nasnemeyeke mezin e.”

“Xwedayê min! Herî kêm salê carekê li vê meydanê û li dora evîna Resûlê xwe kombûyînê bike nesîbê me”

Goktaş Xoce di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir "Birayên min bawer bikin, ez vê yekê nabêjim ku dilê we xweş bikim û we şad bikim. Ji niha û pê ve li seranserê Anadoluyê eşqa evîndarên pêxember heye.” Goktaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heger li warekî Anatolîyayê çend heb evîndarên pêxember hebin ew der îhya dibe û radibe li ser pîyên xwe. Ey Diyarbekir, emanetê li ser xwe bibînin, hûn emaneteke wusa mezin hildigirin, bi Xwedê hûn nikarin li ti derê dinyayê bûyereke wiha bibînin. Em ji Xwedayê xwe lava dikin, ev 3-4 sal in ji ber koronayê em ji qêrandina evîna pêxember bêpar û mahrûm mabûn, ji niha û pê de me bêpar neke Xwedayê min. Herî kêm salê carekê li vê meydanê û li dora evîna Resûlê xwe kombûyînê bike nesîbê me.”

“Ew bavê herî xweşik û baş, kalê herî xweşik û baş, fermandarêherî xweşik û baş, dadgerê herî xweşik û baş, dozgerê herî bedew e”

Goktaş Xoce, di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz Muhammed di her mijarê de mînakê herî baş û xweşik e û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew bavê herî xweşik û baş, kalê herî xweşik û baş, fermandarêherî xweşik û baş, dadgerê herî xweşik û baş, dozgerê herî bedew e. Mînaka herî baş û xweşik a her tiştî bi wî re heye .Berî her tiştî di Qur'anê de Peyva Usve-î Hasene di 3 cihan de hatiye bikaranîn.Yek ji wan di sûreya Ehzab de û dudo ji wan jî di sûreya Mumtehîna de ye. Ez li vê derê tiştekî ji we re bibêjim. Ev Usve -î Hasene ya ku di Qur'anê de di 3 cihan de hatiye behskirin. Xweda dibêje ji bo we Îbrahîm û Resûlullah mînaka herî baş in. Xwedê Teala di sûreyê Mumtehîne de ji me re wiha dibêje: 'Ey yên ku bawer kirine, dijminên min û dijminên xwe ji xwe re nekin dost.’ Di heyatên Resûlên Xuda de mînakên pir baş hene, nexasim di warê sekna li dijî kufrê de di heyata Muhammed ji bo we mînakên herî xweşik û baş hene.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.