Mehmet Yavuzdi salvegera duyemîn a wefata xwe de li ber serê qebrê xwe hat bîranîn

Mehmet Yavuzdi salvegera duyemîn a wefata xwe de li ber serê qebrê xwe hat bîranîn

Siyasetmedar û Mislimanê bijarte Mehmet Yavuzê ku berî vê 2 salan çû rehma Xweda di salvegera wefata xwe de bi merasîma ku li ser qebra wî hat tertîpkirin bi rehmet hat yadkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu, Îshak Saglamê Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê, gelek rayedarên partîyê û hezkirî û nasên rehmetî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

“Di emrê xwe yê ciwan de bi teqdîra îlahî rehmet kir”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu di merasîma ku hat tertîpkirin de derheqê rehmetî û fedakarîya wî ya ku ew ji bo Îslamê kiribû de axavtinek kir û wisa got: “Ev bû 2 sal ku birayê me Mehmet Yavuz ji nav me çûye. Ew di emrê xwe yê ciwan de bi teqdîra îlahî rehmet kir.Emrê ku Rebbê me jê re tedqîr kr 46 sal û 8 roj bû. Lê belê wî di vê emrê xwe yê kurt de gelek xizmetên baş kirin.Wî îman anîbû. Xweda jê razî bû û ew jî ji Xweda razî bû û bi ew bi vî awayî wezîfeya xwe ya evdîtîyê temam kir û ji nav me veqetîya. Mehmet Yavuz Xoce evdekî mumîn bû, manaya jiyanê fam kiribû, ew dizanibû em ji bo çi hatine dinyayê û ji ber vê yekê rêya xwe xêz kiribû. Wî di vê rêyê de gelek xizmet kirin. Îmtîhana wî xelas bû, lê belê em bawer dikin ku hêj deftera wî ya amelan vekirîye û jê re xêr û hesenet tên nivîsandin. Însan hêj wî guhdar dikin, nivîsên wî dixwînin û bi şikleke musbet di bin tesîra wî de dimînin.Rehmetî piştî ku rehmet kir jî xizmetên wî berdewam kirin. Lewra kesên ku jê hez dikirin û ew nas dikirin pesnê wî didin û her tim qala wî dikin.Harun ji bo Mûsa çi bû rehmetî ji bo partîya me wisa bû.Ji ber vê yekê em dibêjin Harûnê me çû.”

Çend kesên din ên ku beşdarî bernameya bîranînê bûbûn hest û ramanên xwe yên derheqê rehmetî de wisa anîn zimên:

Dîroknas Nîhat Agir: Malcom Xê Amerîka, Hesen El-Bennayê Misirê û Alîyayê Bosnayê hebû ku li vî welatî Mehmet Yavuzekî mîna wan hebû.

Mehmet Armaganê ji hevalên rehmetî: Rehmetî berî ku wefat bike li min gerîya û got ku qebra min bikole û bila cihê li ba qebra diya min be.Rehmetî dema ku vê yekê ji min daxwaz kir ku ev yek wek sirekê bimîne heta ku ew bimre.

Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Loqman Yalçin: Piştî ku HUDA PAR hat damezrandin re me digel hev 8 salan pêkve xebitî. Nexasim hevalên me yên li Rihayê gelek zêde jê îstîfade kirin. Rehmetî dema ku bi probleman re rûbirû dima hema di cî de çareserî didît.

Mehmet Yavuzê ku di dîroka siyasetê ya Kurdistan û Tirkîyê de siyasetmedarekî bijarte bû kî ye?

Merhûm Mehmet Yavuzê ku bi exlaqê xwe ya xweşik derdiket pêş û di oxira hedefên xwe de micadele dida; bi rabûn û rûniştina xwe di her qadê de dawetvanekî Îslamê bû.

Mehmet Yavuzê ku di 46 salîya xwe de çû rehma Xwedê di emrê xwe ya kurt de gelek tiştên baş û xweşik kirin. Rehmetî bi exlaqa xwe ya siyasî, rihê têkoşer û xîtabata xwe tesîr li ser bi sed hezaran însanî hişt.

Yavuz di sala 1973yan de li Kahtaya Semsûrê hat dinyayê, dibistana ewil, navîn û lîseyê li Kahtayê xwend. Dû re ji Zanîngeha Konya Selçukluyê mezun bû. Piştî ku mezûn bû re demekê mamostetî kir.

Yavuz di sala 2000î de bi kumpas hat girtin û 2 salan di zindanê de hat girtin. Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaberê de nivîskar bû bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û di HUDA PARê de ji Serokê partîyê re wekîltî kir.

Yavuz di pêvajoya ku bi komplo û kumpasan di zindanê de dihat girtin de ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin bi êşa qansera gurçikê ket. Yavuz ji ber êşa qanserê di destpêka 2019an de dest bi tedawîya nexweşîya xwe kir û nêzî 6 mehan li Diyarbekirê tedawîya qanserê dît ku du roj ji Îda Qurbanê re mabû ku şeva Înê derdora seat 01.05an de rehmet kir.

Yavuz di sala 2014an de bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û demekê wezîfeya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê kir. Yavuz di pêvajoya vê wezîfeya xwe de li bajar bi bajar, gund bi gund û bajarok bi bajarok gerîya û qala dawa Xwedê kir. Ew dema ku vê wezîfeya xwe dikir qet bi paşve gav neavêt û aciz nebû.

Rehmetî bi xîtabet, uslub, rabûn û rûniştina xwe tesîr li ser bi sed hezaran kesî hişt û ji xortên Misliman re di her qadî de bû mînak û rêber.Lewra ew bi şev û roj ji bo riza Xwedê dixebitî da ku di nav Mislimanan de yekîtî bê sazkirin.

Rehmetî dema ku nexweşîya wî lê giran kir qet gazinan ji halê xwe nekir û her tim sebir kir û ji halê xwe re şukir kir. Bi gotineke din ji ferman û teqdîra Xwedê re ji dil û canê teslîm bûbû. Ji ber rehmetkirina Mehmet Yavuz bi sed hezaran kes mehzûn bûn. Rehmetî îro ji teref bi sed hezaran kesî be bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.