Mehmûd Ebbas Hat Tirkiyê

Mehmûd Ebbas Hat Tirkiyê

Piştî Statuyê, Ziyareta Ewilî Ya Derve Li Tirkiyê Kir

 Serekê El Fetîhê Mehmûd Ebbas, do hat Tirkiyê. Di heyeta giştî ya meclîsê de, xîtabî parlementeran kir. Qederê 10 deqîqeyan peyivî.

Di xeberdana xwe de wiha beyan kir “Ziyareta minî ewil ya li derve, li Tirkiyê tê li dar xistin. Divê li vê ya neyê ecêbmayîn. Ez li vir, li ser navê xelkê Fîlîstînê, ji ber desteka we, şukranê xwe pêşî Tirkiyê, serekcimhûr û serekwezîrê wê, hikûmet û xelkê wê dikim. Ez vê rojê ji bîr nakim.”

Ebbas di dawiya peyva xwe de wiha îfade kir “Ji ber hemî destekên we yên ekonomîk û dîplomatîk û polîtîk, ez minnetrarim. Ji bo şikandina ambargoya li Ğezzeyê kesên di gemiya Mavî Marmarayê de canê xwe fedakirine, şehîdên Tirkiye û Fîlîstînê bi rehmet bibîr tînim.”

Pey xeberdana wî hemî parlementeran, li ser piya jê re li çepika xistin. Serekwezîr Erdoğan, heta ber wesaîtê hevaltiya wî kir.

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.